Fîlmê 'Ji bo azadiyê' wê li Swîsreyê bê nîşandan
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' ku bi derhêneriya Ersîn Çelîk ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hate kişandin, wê li Swîsreyê bê nîşandan.
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' ku bi derhêneriya Ersîn Çelîk ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hate kişandin, wê li Swîsreyê bê nîşandan.
Fîlmê "Ji bo azadiyê" ku promiyera wê li Rimêlan û Kobanê hate kirin, wê li sînemayên Swîsreyê jî bê nîşandan.
Fîlmê ku piştî festîvalên fîlman ên li Hindistan û Pakistanê bi baldarî hate temaşekirin, li gelek welatên Ewropayê jî hatibû nîşandan.
Promiyera fîlm a li Ewropayê jî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rotterdamê pêk hatibû.
Fîlmê "Ji bo azadiyê", tê payin ku beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê (FÎFDH) bibe ku wê di navbera 6-15'ê Adarê de bihata lidarxistin, lê belê ji ber şewba Covîd-19 hatibû taloqkirin.
Piştî ku tedbîrên li dijî şewbê hatin sistkirin, fîlm cihê xwe di bernameyên sînemayê de girt. Di vê çarçoveyê de 26'ê Hezîranê li Basel û Solothornê, 5'ê Tîrmehê jî li kantona Lûzernê hate nîşandan. Fîlm gelekî bala temaşevanên Kurd û sînemahezên Swîsreyî kişandibû.
Fîlm wê bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê, Komuna Fîlman a Rojava, Navenda Çandê ya Baselê û TEV-ÇAND'ê, rojên bê li gelek bajaran ji nû ve bê nîşandan.
Dem û cihê ku fîlm lê bê nîşandan wiha ne:
10'ê Tîrmehê Biel, Kino Rex1 - saet 19:00,
12'ê Tîrmehê Luzern, Kino Baurbaki - saet 13:15,
17'ê Tîrmehê Bern, Kino ABC -saet 19:00,
20'ê Tîrmehê Cenevre, Cine Bio- saet 18:00,
21'ê Tîrmehê'da Cenevre ,Cine Bio - saet 20:45
10'ê Îlonê li Lozanê, Pathé Flon saet 19:30
Fîlm wê meha Îlonê li Zurîch, Lûgano, St. Gallen û ji nû ve li kantona Baselê bê nîşandan.