Fezlekeyên HDP’iyan dike hedef li Meclîsê ye

Fezlekeyên derbarê 9 wekîlên HDP’î yên bi hinceta serhildana Kobanê hatibûn amadekirin li Komîsyona Edaletê ya Destûra Bingehîn a Meclîsê ye.

Serokê Meclîsê Mûstefa Şentop di nava rojê de daxuyanî da û got, fezlekeya 33 destlênedayîna gihiştiye Meclîsê.

Di hedefa fezlekeyan de HDP’ heye. Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi hinceta serhildana Kobanê derbarê 9 wekîlên HDP’ê de fezleke amadekiribûn.

Fezlekeyên di derbarê Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Hakki Sarûhan Olûç, Serpîl Kemalbay Pekgozegu, Sezaî Temellî, Pero Dundar û Pervîn Bûldan piştî daxuyaniya Şentop û şûnde sewqî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kirin.