Federasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (FEYKA) piştî qetilkirina her sê siyasetmedarên jin ên Kurd bang li Kurdên li Ewropayê dijîn ki rku li Parîasê kom bibin.
Şevê din li Parîsa paytexta Franseyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin.
Tê diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
Hate zanîn ku polîsên Fransî derbarê lêkolînên li buroyê de gotin “Em li rastî wehşetekê hatin”.
Federasyona Komeleyên Kurd ên Franse (FEY-KA) bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku li demek zû de li Parîsê li hev kom bibin.