FEYKA: Bila derabe bên girtin, xwendekar neçin dibistanan

FEYKA: Bila derabe bên girtin, xwendekar neçin dibistanan

Federasyona Komeleyên Kurd ên li Franseyê (FEYKA) piştî suîqesta li Parîsê ku di encamê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin, daxuyaniyek da û bang li Krdan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanên, esnaf deriyên derabeyên xwe bigirin û bi deriyên kargehên xwe ve paçên reş daliqînin. FEYKA’yê bang li Kurdên li Parîsê kir ku li cihê bûyerê kom bibin.

Şevê din li Parîsa paytexta Franseyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin.

Tê diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

FEYKA’yê bi daxuyaniyekê bang li Kurdên li Franseyê kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û ji esnafên Kurd xwest ku derabeyên xwe venekin û paçeyên reş bi deriyên xwe ve bikin. Her wiha bang li hemû Kurdên li Franseyê dijîn kir ku li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê kom bibin.

FEYKA’yê bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn ku li Parîsê kom bibin.