Fermandariya YJA-Star a Şengalê: Em ê bibin ewlehiya gelê xwe
Fermandariya YJA-Star a Şengalê: Em ê bibin ewlehiya gelê xwe
Fermandariya YJA-Star a Şengalê: Em ê bibin ewlehiya gelê xwe
Fermandariya YJA-STAR a Şengalê der barê rewşa gerîlayên YJA-STAR’ê ya Şengalê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Gerîlayên YJA STAR’ê li ser esasê perspektîfa Rêber Apo li herêma Şengalê mewziyên xwe bi hêztir bikin, parastiya hemû nirxên Êzdiyan bikin û bibin ewlehiya jiyana gelê xwe."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji meha Tebaxê heta niha tevî şert û mercên dijwar, li qada Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana xwe didomînin û hat destnîşankirin ku ev çend roj e li gundê Bare û qada wê şer û pevçûn rû didin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Tevî şert û mercên zehmet ên demsalê gelê me yê li Çiyayê Şengalê li dijî şilî û sermayê têdikoşe, zarok bi lingên tazî digerin. Tu wijdan û dil vê ranake. Dema rastiya jiyanê wisa be, heqîqeta din jî ev e ku keç, zarok û dayik bi rûkeniya xwe dibin hêviya lêgerîna jiyana azad.
Ev îfadeya lêgerîna jiyana azad û hêviyê, dirûşmaya ‘Bijî Serok Apo û jin jiyan Azadî’ ya di dengê keçên Kurd û gelê Kurd e ye. Yekane çavkaniya moralê û jiyanê berxwedan û çalakbûna hêzên me yên gerîla yên tevî hemû sar û sermayê li ber xwe didin.
Em wek gerîlayên YJA-STAR’ê li ser esasê perspektîfên Rêber Apo, em ê ji bo li herêma Şengalê mewziyên xwe bi hêz bikin, hemû nirxên Êzîdiyan biparêzin û ji bo ewlehiya jiyana gelê xwe pêk bînin têbikoşin. Em vê biryar û îradeyê ji xebata berxwedana xwe ya têkoşîna xwe ya dîrokî digirin. Berxwedana bi hezaran şehîdên me yên jin, ji bo jin û ciwanan dibe çavkaniya îlhamê."
ÇALAKIYÊN AKTÎF ÊN YJA-STAR’Ê DIDOME
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî nêzîkatiyên komkujer ên çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên aktîf didomin û hat gotin ku di demên pêş de jî wê ev çalakî bidomin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YJA Star bihêzkirin û mezinkirina YBŞ'ê, wek wezîfeyekê dibîne.