Di operasyona îro li Kerkûk de 9 gund ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin

Fermandariya Hêzên Iraqê di operasyona îro ya li Kerkûkê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de 9 gundên bajarokê Daqûq a girêdayî Kerkûkê hatine rizgarkirin.

Hêzên Iraqê ji çar aliyan ve li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li gundewarên bajarokê Daqûqê ya Kerkûkê dest bi operasyonekê kirin.

Artêşa Iraqê bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li gundewarên Daqûqê û çiyayê Hemrînê dest bi operasyoneke ya 3 rojan kirine.

Fermandarê Giştî ya Hêzê Taybet a Lezgîn a Iraqê Samir Husênî bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku destpêkê balafirên şer ên hêzên koalîsyonê herêma diyarkirî bombe kir û piştre jî hêzên bejahî dest bi operasyonekê kir. Hûsênî got: “Di roja yekem a operasyonê de ya li gundewarên Daqûqê ji 17 gundên hatibûn diyarkirin 9 gund hatin rizgarkirin. Her wiha rola pêşmerge ya hemaheng li gel hêzên Iraqî jî pir baş bû.”

Fermandar Hûsênî destnîşan kir ku di roja yekem a operasyonê de wesayîteke bombekirî û 35 mayîn hatin bêbandorkirin.Hûsênî anî ziman ku li başûrê rojhilatê Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê ku hewl didan êrîş bikin jî hatin kuştin.

Hûsênî li ser operasyon li derdorî Gwêre jî armanc ji vê operasyonê kontorlkirina herêmê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê ye û aramkirina herêmê ye.

Îro asta yekem û duyemîn a operasyonê qediya û li bendê ye ku sibe jî asta sêeyemîn a operasyon bi dawî bibe.