Fermandarê Spahên Îranê Silêmanî gefa şerê çekdarî li dewleta Behreynê xwar

Fermandarê Spahê yê Hêzên Dervê yê Îranê Qasim Silêmanî, li ser girtina Rêberê Şîayên Behreynê Şêx Îsa Qasim daxuyaniyek da û got: “Şaxekî vî agirê ku li Behreyn pêkeve wê tevahî welatên Kendavê jî bi xwe re bişewîtîne.”

Fermandarê Spahê yê Hêzên Dervê yê Îranê Qasim Silêmanî, li ser girtina Rêberê Şîayên Behreynê Şêx Îsa Qasim daxuyaniyek da û got: “Şaxekî vî agirê ku li Behreyn pêkeve wê tevahî welatên Kendavê jî bi xwe re bişewîtîne. Dewleta Behreynê ji derveyî şerê çekdarî ti rêyên din nahêle.”

Piştî ku ji aliyê dewleta Behreynê ve nasnameya Şêx Îsa Qasim hate girtin bi çend saetan û şûn de daxuyaniya Qasim Silêmanî hate dayîn. Fermandarê Spahên Îranê Silêmanî got: “Bêdengbûyina gel, hêzên navneteweyî her roj dibe sedema cinayetên mezintir. Her roj tundî li ser gelê Behreynê zêdetir dibe.”

Dewleta Behreynê hefteyek beriya niha hemû çalakiyên Cemiyet Wefaq (Komaleya Lihevkirinê) ku saziya herî mezin a Şîayan a li vî welatî ye, ji aliyê dadgeha Behreynê ve hatibû qedexekirin û hemû komale tevî alavên tê de hatibû desteserkirin. Cezayê 4 salan ê ku li Serokê Saziya Cemiyet Wefaqê Şêx Elî Selman birîbûn jî zêde kirin û kirin 9 sal.

Piştî êrîşa ser Konsolosxaneya Erebîstana Siûdî ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê alîgirên Spahan hatibû kirin, dewleta Behreyn jî tevahî têkîliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re rawestandibû.