Fermandarê JÎTEM'ê Temîzoz di darizandinê de jî gef xwarin

Fermandarê JÎTEM'ê Temîzoz di darizandinê de jî gef xwarin

Rûniştina 7 kesên di nav de Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî heye bi guhdarkirina şahidan pêkhat. Fermandarê JÎTEM'ê Temîzoz, berê xwe da malbatên kesên hatin qetilkirin û parêzerên malbatan, got "Paşeroja we tu kesan ne paqije" gef lê xwarin.

42'emîn rûniştina doza 7 kesên di nav de Fermandarê Koma JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî heye û ji kuştina 53 kesên di salên 1993-95'an de hatin qetilkirin tên pirsyarkirin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêkhat. Di rûniştinê de Albay Cemal Temîzoz, Adem Yakîn, Burhanettin Kiyak, Abdulhakim Guven ve Hidir Altug ên girtî û Kamil Atak ku serbest te amade bûn. Dîsa di rûniştinê de parêzrên Baroya Amedê û Baroya Stenbolê amade bûn. Dîsa xizmên kesên di salên 1993-95'an de hatin qetilkirin amade bûn. Di rûniştinê din de parêzerên xwestibû ku hin kesên şahid û îfade dane amade bibin.

Rûniştinê bi xwendina encama lêkolîna krîmînala îmze û girteka aydî Burhanettin Kiyak (Yavuz Guneş) ku di sala 1995'an de têkildarî kuştina ajokarê texsiyê yê li Cizîrê Omer Candoruk ve destpê kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku, rapora krîmînalê de di 1995'an a cawişê pispor ê bi kod navê Yavuz Guneş û Burhanettin Kiyak dişibe hev. Heyetê da zanîn ku Yavuz Guneş Burhanettin Kiyak e.

'DI SALA 1994'AN DE WEKÎ MAKÎNEYA KUŞTINÊ XEBITÎBÛ'

Parêzerê Kiyak Unsal Aktaş diyar kir ku, muwekkîlê wî Kiyak di rûniştina berê de kod navê Yavuz Guneş bikar anîbû. Piştre Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bal kişan der daxuyaniyan û diyar kir ku, li gorî daxuyaniyên hemû şahidan kesê bi kod navê Yavuz kuştin pêk anîne û Çawişê Pispor Yavuz, demek dirêj bi awayekî fermî li herêmê xebitiye. Elçî da zanîn ku, parêzer jî diyar dike ku Yavuz Guneş kod nav bikar aniye û wiha got: "Vî kesî di salên 1994'a de li Cizîrê wekî makîneya kuştinê xebitî."

Piştî Elçî bersûcê bi navê Veysi Ozcan ku di sala 1995'an de li Cizîrê ji aliyê Dozgerê Komara Cizîrê bi kaçavkaniya çekan dihat dirazindin hat guhdarkirin. Ozcan diyar kir ku, di sala 1995'an de li Cizîrê tehmîrvanê pelavan bû û diyar kir ku tu kesên li salonê nas nake. Heyeta dadgehê jî diyar kir ku navê wî di dosya Dozgerê Komarê yê Cizîrê de derbaz dibe û dozger dibêje Ozcan wê demê serî li dozger daye. Ozcan di îfadeya xwe de anî ziman ku di sala 1995'an de Fermandarê Koma JÎTEM'ê Albay Cemal Temîzoz û gelek leşkerên din û sivîlan kaçakvaniya çekan dikir. Ozcan, da zanîn ku wê demê xwestin çekan bifiroşin wî û ev çek ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Ozcan da zanîn ku ji wan çekan ne agahdare.

Piştre birayê Omer Candoruk ê di sala 1994'an de li Cizîrê hat qetilkirin Salih Candoruk hat guhdarkirin.

Candoruk da zanîn ku birayê wî piştî hat kuştin kesê bi kod navê Egîd belgeya wî ya ehliyetê radestî wan kir. Bersûc Temîzoz, li rûniştina salonê bi awirê tûj li parêzer û şahidan nerî û gef xwarin.

Piştî parêzerê Temîzoz, hevjîna Omer Candoruk a hatî kuştin Hanim Candoruk, xwest biaxive lê heyeta dadgehê bertekê tund nîşan da. Heyeta dadgehê ji Hanim Candoruk ê xwest mafê axaftinê bigire û kurdî biaxive got: "Hişbe! Çi dibêjî nayê fêm kirin, nayê zanîn. Ez ji te re dibêjim neaxive, nexwe ez dê te bavêjim derve ha." Heyhet, bi hinceta tercuman tuneye mafê axaftinê neda Candoruk. Piştî gengeşiyê, dozger mutalayê xwend. Di mutalayê de biryara ji bo bersûcên girtî "Ji ber gûmana sûc a bi hêz, wesfa sûc, delîlên sûc, reşkirina delîl û gûmana dê bireve heye" girtina wan berdewam bike, da. Piştî mutalaya dozgeriyê, ji parêzerên mudaxil Tahîr Elçî diyar kir ku, ew tevlî biryara dozger a "Bila girtina wan berdewam bike" dibin û destnîşan kir ku ji ber rewşa delîlan vekiriye xwest derheqê bersûcan de hikum bide.

Piştî parêzerên mudaxil mafê axaftinê dane bersûcan. Girtiyan, îdîakirin ku ew bêsûcin, xwestin tahliye û berat bibin. Ji bersûcên girtî Aden Yakîn, bal kişand ser paketên 3 û 4'emîn û got: "Zagona ji parlementoyê tên li Amedê ne derbazdar in? Ez di bextê we û xwedê de me, azadiya xwe dixwazim. Ne min zilamê wê xanimê kuşt, ez leşkerim." Bersûcê girtî Kamil Atak jî bereata xwe xwest. Ji bersûcan Temîzoz jî, berê xwe da parêzerên mudaxil û rêza xizmên hatine qetilkirin û got: "Yek kesekî di vê rêzî de rûniştî ne paqij e".

Li ser vê yekê parêzeran mudaxeleyê Temîzoz kir. Serokê heyetê ya parêzerên mudaxil bi avêtina derve tehdît kir. Parêzerên mudaxil gotin: "Em li vir, qatil û neqatilbûnê nîqaş dikin. Bila bersûc kûştinên kiriye bibêj in. Bersûc li vir vekirî gef li me dixwe." Piştî parêzeran Temîzoz, parastina xwe dom kir û Konferansa Çareserî û Yekîtiya Kurdistana Bakûr ya di 15-16 hezîranê de li Amedê pêk hatî bibîrxist û diyar kir ku darizger di vê mijarî de qels maye. Temîzoz, KCD'ê hedef girt û got: "Rêxistin ewqas bi siyasî dibe, kes nagire serxwe." Temîzoz, di parastina xwe de endamên Komîsyona Mirovên Aqilmend û çapemeniyê jî hedef girt.

Heyeta dadgehê piştî parastina Temîzoz, navber da rûniştinê.