Fermandara HPG’ê Akdag û gerîla Gozuaçik hatin bibîranîn

Fermandara HPG’ê ya Gabarê Sakîne Akdag û gerîlayê HPG’ê Mûhammed Alî Gozuaçik ên ku di şerê cuda yên Kurdistanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Ji bo fermandara HPG’ê ya Gabarê Sakîne Akdag (Binevş Ceng) a ku di şerê li herêma çiyayê Gabar yê Şirnexê di dîroka 17-18’ê Adarê de şehîd bûbû, merasîma bibîranê hate lidarxistin. Merasîm li bajarê Basel ê Swîsreyê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan pêk hat. Merasîm bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî û komîsyona malbatên şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Baselê hate li darxistin. Di merasîmê de di kesayeta gerîlayên HPG’ê Kemal Garzan (Medenî Sayilgan), Berçem Hecî (Berçem Dêrik), Sakînce Akdag (Binevş Ceng) û hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Sînevîzyona qala têkoşîna Akdag dike hate nîşandan û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate berzkirin. Parlamentera HDP’ê Besîme Konca jî beşdarî merasîmê bû û li ser navê komîsyona malbatên şehîdan, Meclîsa Jinan a Ronahî axaftin hate kirin.

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê ji aliyê NAV-BEL’ê ve ji bo şehîd Mûhammed Alî Gozuaçik (Karasûngûr Andok) merasîma bibîranê hate lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Ozdal Uçer, Mûstafa Sarikaya, birayê şehîd Azîz Gozuaçik û bi navê Komîteya Şehîdan Sûltan Ograş axivîn.

Di merasîmê de sînevîzyona qala têkoşîna Gozuaçik dike hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.