Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamya (MA) Ferhat Çelik, dema ji bo ziyareta Nûçegîhanê Mezopotamya Sadik Topaloglu çû Girtîgeha Sîlîvîr ya Hêjmar 5, li girtîgehê hat destgîrkirin. Çelîk, bi hinceta ji ber nûçeyek çêkiriye der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û xwestin îfadeya wî bigirin.
Çelîk piştî li Miduriyeta Polîsan a Sîlîvrî îfade da, 3 saet şûnde birin Edliyeya Sîlîvrî û li vir îfade da. Çelîk bi rêya SEGBİS'ê îfade da Dozgerê Komarê yê Mêrdînê. Çelîk ji ber nûçeya wî ya di 6'ê Çileya 2019'an de hatibû weşandin û li ser walî, cendirmeyan, fermandarê alayê nûçe çêkiribû û li ser giliyê Serokê Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya 1071'an Murat Kırmızioglu doz lê hatibû vekirin. Çelîk piştî îfade da dozgeriyê diyar kir ku nûçe li ser esasê azadiya raman û îfadeyê çêkiriye û sûc nekiriye. Çelîk, piştî îfade da serbest hat berdan.
Lê belê danê êvarî polîs dîsa çûn mala Çelîk û ew destgîr kirin.Polîsan bi hinceta "îfadeyeke Çelîk heye" ew destgîrkirin û birin Qereqola Polîsan a Ferîkoyê.