Federasyona Kurd a Swêdê ji bo rojnamevanên girtî bang li YE û Swêdê kir

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya Îzol bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêd kir, ku li dijî êrîşên giran ên li Tirkiyeyê li hemberî azadiya çapemenî û ramanê tên kirin, bikevin nava tevgerê.

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya Îzol daxuyaniyeke nivîskî weşand û girtina Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn a ji ber destekkirina rojnameya Ozgur Gundemê, şermezar kir. Îzol bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêd kir, ku li dijî êrîşên giran ên li Tirkiyeyê li hemberî azadiya çapemenî û ramanê tên kirin, bikevin nava tevgerê.

Îzol bal kişand ser girtina bi dehan rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan û diyar kir, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan xeta xwe ya tund û antî demokratîk a li dijî tevahiya mûxalefetê, didomîne.

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Îzol bibîr xist, ku Fîncanci beriya niha bi hefteyekê li ser vexwendina Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan a li Tirkiyeyê hat Swêdê û bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtin kiriye. Îzol ji Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê xwest, ji ber zêdebûna binpêkirina mafên azadiya ramanê û çapemeniyê li dijî Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.