Federasyona Êzidiyan: Şengal di bin tehdîda komkujiyek nû de ye

Federasyona Êzidiyan: Şengal di bin tehdîda komkujiyek nû de ye

Federasyona Komeleyên Êzidiyan a Ewropa (FKÊ), diyar kir ku çeteyên DAIŞ li herêma Şengalê dest bi êrîşeke nû ya mezin kirine û li ser komkujiyeke dibe ku pêk were xwest civaka navneteweyî bikeve nav hereketê.

Ji FKÊ Alî Atalan di daxuyaniya xwe de got, “Li hember Şengal tehdîd û teror didome. Em bang li hêzên pêwendîdar dikin da ku bilez bi berpirsiyariyên xwe rabin û bang li gelê xwe dikin ku li ser lingan bin!”

Çeteyên DAIŞ ji 26’ê Îlonê ve li herêma Şengalê bi çekên giran dest bi êrîşeke nû kiriye û gelek hêz sewqî herêmê kiriye. 4 rojên dawî ne li xeta Rebîa-Cezaa-Şengal şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Atalan wiha dewam kir: "Tevgera çeteyan DAIŞ a piyona dewletên herêmê, komkujiya li hember civaka Êzidiyan bes nabîne. Hê jî bi namerdî êrîşî bi hezaran Êzidiyên li hin gundan û çiyê mane dike. Hewl dide wan tune bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin,  “Em bang li tevayî rayedarên navneteweyî û hêzên berpirsiyar dikin da ku hemû tedbîrên pêwîst bigirin. Gelê me bi hemû hêza xwe pêwîst e li Şengal û Kobanê xwedî derkeve û bi ruhê seferbertiyê tevbigere.”