Federasyona Çapemeniyê ya Îtalyayê: Nabe Med Nûçe were bêdengkirin

Federasyona Çapemeniyê ya Îtalyayê destek da Med Nûçe ku bi hevkariya AKP-Eutelsatê weşana wê hatiya sekinandin. Federasyonê ji ber Erdogan hişyarî da Ewropayê.

Federasyona Çepemeniyê ya Îtalyayê têkildarî girtina Med Nûçe daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de agahî hate dayin ku, 20’ê Cotmehê roja Pêncşemê saet 13.00’an li parlamenta Îtalya ya Romayê wê konferansa çapemeniyê were dayîn.

Federasyonê diyar kir, divê çapemeniya Îtalyayê li pêşberî tarîkirina qenalên televîzyonê yên li Ewropayê bêdeng nemînin û wiha dewam kir; "Di navbera Eutelsat û Tirkiyê de berjwendiyên xurt ên bazirganiyê hene. RTUK’ê ji Eutelsatê xwest ku Med Nûçe were girtin. Beriya vê bi demeke nêz jî li Tirkiyeyê 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin."

'ZEXTÊN ERDOGAN LI ASTA HERÎ BILIND IN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Tirkiyê ku bûye dewleteke dij-demokratîk zextên ku mînaka wan nayê dîtin pir zêde bûne û hat gotin, "80 hezar endamên darazê, parêzer, mamoste û nûçegihan hatine girtin an jî tasfîyekirin û bûne goriyên vê pêla çewisadinê."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Divê ev baş were zanîn stratejiya çewisandinê ya Erdogan ji sînorên Tirkiyê derbas bûye û gihaştiye asteke bilindtir."

BEŞDARÊN CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ

Navên ku wê tevlî civîna sibe bibin:

Antonio Ruggieri – Dîrektorê  Weşanê yê Med Nûçe Tv 
Anna Del Freo -(FNSI) Sek. Gişt. Weşana Netewî ya Italî û di heman demê de endamê Federasyona Nûçegihanên Ewropa (EFJ)
Carlo Freccero – Endamê Desteya Rêveber ê RAI
Domenico Iannacone - Nûçegihan
Sendîkaya Nûçegihanên Italî
Ozlem Tanrıkulu - Uiki onlus- Buroya Enformasyonê ya Italya