Fedaiyekî dilsozê gelê xwe: Rêzan Erzûrûm

Rasim Îpek di salvegera şehadetê de qala kurê xwe Rêzan Erzûrûm kir û got, "Roja ku Rêzan hate veşartin li bajêr kes nema, her kes tevlî merasîmê bû. Rêzan wê timî di dilê me de be."

Rêzan Erzûrûm (Ridvan Îpek) tevî Brûsk Dersim di 4'ê Îlona 2015'an de li Dersimê dema li hemberî Qereqola Polîsan a Nafî Karabûlût çalakiya fedaî kir, tevlî karwanê şehîdan bû. Bav Rasim Îpek di salvegera şehadetê de qala kurê xwe Rêzan Erzûrûm kir û got, "Heval Rêzan kurê min ê duyemîn bû. Nazdarê malbatê bû. Malbatê gelekî jê hez dikir. Min jî gelekî jê hez dikir. Heval Rêzan dilsozê gelê xwe bû. Yanî nedixwest tiştek bi serê gel ve bê. Rêzan ne zarokekî welê bû ku li nava malbatê bi xwişk û birayên xwe re, bi zarokan re şer bike. Ez û birayê min em bi hev re bûn. 4 zarokên min, 6 zarokên birayê min hebûn. Rêzan bi xwişk û birayên xwe re, bi zarokên apê re xwe re gelekî li hev dikir. Diçû dibistanê."

Rêzan Erzûrûm sala 1992'an li gundê Qirimkaya yê Qereçobanê ji dayik bû. Li wir dest bi xwendina li dibistana seretayî kir. Dema ku li Qereçobanê diçû Lîseyê, hin mamoste li dijî Kurdan diaxivîn. Bav Rasim Îpek qala wê demê kir, "Li wir bi mamosteyên xwe re li hev nekir. Gotinên mamosteyan qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî dibistan terikand. Piştre çû Stenbolê."

Li Stenbolê tevî birayê xwe Okan di atoleyeyê de xebitî. Ji aliyekî ve dixebitî li aliyê din jî ji ber hezkirina ji gelê xwe tevlî nava karên siyasî bû. Li wê derê polîsan ew girt. Bav Rasim Îpek anî ziman ku polîsan êşkence li kurê wî kirin û got, "Polîsan jê re digot, tu çima diçe partiyê. Tu çima di nava gelê Kurd de ye. Ew jî li ber radibû, digot, 'ez ê biçim'. Çend caran ew girtin û êşkence lê kirin. Lê belê ew bi biryar bû. Piştî êşkenceya polîsan çû çiyê. Dema dawî karên ciwanan jî dikir. Em li vir bûn. Ya rast me nizanîbûn. Ez wê demê li vir bûm. Me jê re got, were vê derê, lê got 'ez ê neyêm'."

Rasim Îpek qala têkiliya kurê wî bi wî û dayika xwe re kir û got, "Têkiliya navbera me gelekî bedew bû. Em mîna hevalên hev bûn. Straneke wî hebû, timî digot. Ew stran ji dayika xwe re digot, 'Dil dixwaze here cengê'."

Rasim Îpek anî ziman ku di nava rojê de dema li nûçeyan guhdarî dikir ji dîmenê şer bihîst ku kurê wî şehîd bûye û got, "Di 4'ê Îlonê de serê sibehê hişyar bûm, lê belê tirsek di dilê min de hebû. Mîna ku wê tiştek biqewime. Li navenda bajarê Bremenê karê min hebû. Çûm wê derê. Min dît ku kurê min ê biçûk Memo telefon kir. Got 'Bavê li navenda bajarê Dersimê şer qewimî ye. Gelo te tiştek bihîst?' Min jî got, 'Belê min li înternetê xwend, lê bi temamî nexwend'. Got 'Min lê temaşe kir, yek dişibe kekê min'. Çûm malê. Min li televîzyonê nihêrî, dît ku Rêzan e. Me bi çavên xwe dît. Bûyer li pêş çavên me qewimî."

Bav Rasim Îpek ku li Elmanyayê bi şehadeta kurê xwe hesiya yekser çû welêt, qala zor û zehmetiya wergirtina cenaze kir û got, "Em çûn Meletiyê. Cenaze 10-12 rojan li wir nedan me. Piştre nîvê şevê teslîm kirin. Me cenaze wergirt û di ser Xarpêt û Çewlikê em hatin Gimgimê. Wê şevê em li Gimgimê man. Leşkeran destûr nedan ku em derbas bibin. Serê sibehê me cenazeyê xwe wergirt. Bêguman gelê Kurd li ser hemû rêyan bû. Ji Gimgimê heta bi Xinisê û Qereçobanê li ser hemû rêyan bû. Leşkerên Tirk jî tevî polîsan li pişt me bi wesayitên zirxî dihatin. Heta nîvro me cenaze gihand gund. Gel gelekî zêde bû. Gelek mirov tevlî merasîmê bûn. Me li wir veşart. Wê demê bavê min sax bû. Rêzan ji sibehê heta êvarê li gel bavê min bû. Bavê min jî gelekî jê hez dikir. Ya rast malbatê hemûyan jê hez dikir. Wî xwe dabû hezkirin. Ji xwe roja ku cenazeyê Rêzan hate veşartin li bajêr kes nema, her kes tevlî merasîma cenaze bûn. Ne tenê xizmên me û cîranên me, mirovên ew nas dikir nas nedikir tevlî merasîmê bûbûn."

Bav Rasim Îpek diyar kir ku ji ber salvegera şehadeta kurê wî ew xemgîn e û got, "Bêguman em gelekî xemgîn in. Salvegera 8'an a şehadetê ye. Em ti carî poşman nebûn. Ew ê timî di dilê me de be. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim."