FEDA'yê ji bo meşa li Dusseldorfê bang li Elewiyan kir

FEDA'yê bang li Elewiyên li Ewropayê kir, ku roja 4'ê Mijdarê beşdarî meşa navendî ya li Dusseldorfê bibin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li ser meşa Dusseldorfê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku tecrîd û îzolasyona di şexsê Ocalan de li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê kirin û hat gotin, "Felsefe û nêrîna Birêz Ocalan, îdeolojiya jiyana bi hev re ya demokratîk û azad a hemû gelan û baweriyan e. Ji ber vê eykê, hemû netewe û komên baweriyan divê ji bo azadiya Birêz Ocalan bikevin nava liv û tevgerê."

Di daxuyaniyê de ev bang li Elewiyan hate kirin: "Ji bo azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyan, em bang li Elewiyên li çar aliyên cîhanê dikin ku tevlî çalakiyan bibin, li dijî zilm û zaliman li cem maf û rastiyê bisekinin, tevlî pêvajoya şikandina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bibin û 4'ê Mijdarê li Dusseldorfê cihê xwe di nava meşê de bigirin."