FEDA: Tola DAÎŞ'ê ji HDP'ê distînin!

FEDA'yê dijî qirkirina siyasî hewlest nîşan da û got şebekeya AKP-MHP'ê dixwaze tola DAÎŞ'ê ji HDP'ê bistîne.

Federasyona Elewî ya Demokrat (FEDA) derheqê operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP'ê daxuyaniyeke niviskî da.

FEDA'yê bal kişande ser terora şebekeya sûc a AKP-MHP'ê ya li ser gel û baweriyan, got, ''Dijminatî û kîna xwe careke dî nîşan daye.'' FEDA'yê her wiha got AKP-MHP bi xwîn û zilmê xwe li ser piyan dihêle.

'DIXWAZIN TOLA DAÎŞ'Ê HILÎNIN'

FEDA'yê bal kişande ser operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP'ê û got, ''Bi van operasyonan dixwaze xwe li ser piyan bihêlin, xwe li desthilatê bihêlin û temenê xwe dirêj bikin.

Ev operasyon ji bo Elewiyan hê bêhtir bimane ye:

Yezît Tayyîp Erdogan ku gotî, ''Kobanê ti nemaye ku bikeve'' û berdestikên wî, dixwazin ji gelan û baweriyan ku bi pêşengiya YPG-YPJ'ê li dijî barbarên DAÎŞ'ê ku cêwîkên rih û doza hev in, bi van operasyonan dixwaze tola xwe hilînin, kîna xwe der bikin.

Ev hêrîşên hovîtî û barbarî êrîşên faşîst ên dijî demokrasiyê ne, ku di serî de dijî HDP'ê û Kurd, Elewî, sosyalîst, feminîst, ekolojîst, gelên cîhanê rabûn ser xwe û bi ser xistin.''