FEDA, qetlîama Dîlokê şermezar kir
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), qetlîama Dîlokê şermezar kir, ji kesên ku ximên wan jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwstin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), qetlîama Dîlokê şermezar kir, ji kesên ku ximên wan jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwstin.
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), bi daxuyaniyekî nivîskî qetlîama Dîlokê şermezar kir.
FEDA, li Dîlokê qetlîama DAIŞ’ê ya bi maskeya AKP’ê ku bê jin, zarok cûdahiyê nîşan bike hate lidarxistin, lenet û şermezar kir.
FEDA, wiha anî ziman: “Di serî de pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû gelan bi rêyên çareseriya demokratîk çareser nebe wê êrîşên hovan dewam bikin. Di qetlîama Dîlokê de carekî din jî der ket holê ku AKP naxwaza pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bike, berovajî bi siyaseta qetilkirinê de israr dike. Em carekî din weke FEDA kesên ku qetlîam pêk anîne û li pişt cih digirin lenet dikin, ji hemû kesên ku bi maf û malbat û ximên windahiyan sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”