FEDA: Ne Sunniyan Komara Kemalîst qetlîam pêk anî

FEDA: Ne Sunniyan Komara Kemalîst qetlîam pêk anî

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)  bi boneya 20’emîn salvegera Qetlîama Sêwasê di daxuyaniya nivîskî ya weşand de nêzîkatiyên teng ên der barê qetlîamê de rexne kir û got, “Yê ev qetlîam plan kiriye û pêk aniye Komara Kemalîst bi xwe ye.” FEDA, bang li dewleta Tirk kir da ku qetlîamê  wek “Sûce ku li hemberî mirovatiyê hatiye kirin” qebûl bike û lêborînê bixwaze.

ÎSLAMA SIYASÎ TENÊ TETÎKKÊŞÎ KIR, BERPIRSIYAR KOMARA KEMALÎST E

Daxuyanî bal dikişîne ser van xalan: “Ji vir em dixwazin aşkera bînin ziman ku mîna di qetlîamên berê yên li hemberî Elewiyan de di qetlîama Sêwasê de jî kiryar ne birayên me yên Sunnî û ne Îslama siyasî ya siyasetê dike amûra dîn e. Îslama siyasî di hembêza dewletê de hatiye xwedîkirin û tu carî bêyî destûra dewletê gav neavêtiye. Dem hatiye li hemberî  Elewiyan hatiye bikaranîn, dem hatiye mîna Hîzbullahê li hemberî Kurdan hatiye bikaranîn. Rola Îslama siyasî ya di vê qetlîamê de tenê tetîkkêşî ye. Hatine bikaranîn.  Planker û pêkhênerê vê qetlîamê Komara Kemalîst e.”