FEDA êrîşa çekdarî ya li hemberî rêveberên Elewî şermezar kir
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşa çekdarî ya li hemberî Serokê Giştî yê ABF Bakî Duzgun û Serokê Giştî yê AKD Dogan Demîr şermezar kir.
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşa çekdarî ya li hemberî Serokê Giştî yê ABF Bakî Duzgun û Serokê Giştî yê AKD Dogan Demîr şermezar kir.
FEDA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em ji hikûmeta demkî ya AKP'ê, ku bi desteserkirina erkê welêt bi rêve dibe, ne li benda zevtkirina êrîşkaran e. Em Elewiyên Kurd, Tirk û Ereb baş dizanin ku ev êrîş ji aliyê kê ve bi namerdî hatiye kirin û ji bo çi hatiye kirin. Û em fêm dikin; wê kujerên xwe yên DAIŞ'ê ku bi salan xwedî-mezin kirin, bi ser rûspiyên Elewiyan ve dehf bidin û bi vî rengî qetilkirina Elewiyan bixin rojevê."
BANGA LI ELEWIYAN
Di daxuyaniyê de bang li civata Elewî hat kirin û hat gotin, "Zîhniyeta AKP-DAIŞ'ê, ji bo li welatê me komkujiyên bi xwîn bîne serê me, ketiye nava tevgerê. Ji ber vê yekê em Elewî, divê bi tevgera Kurd a li Rojava li dijî vî zîhniyetî şer dike, li ber xwe dide û bi ser ketiye, bi derdorên şoreşger-demokrat re li hev bicivin û bi ruhê aştî-biratiyê bi hev re dakevin meydanan û li dijî Yezîtên roja îro li ber xwe bidin. Divê em ji bîr nekin; yên îro êrîşî serokên saziyên me kirine, dibe ku sibe yan jî ji sibe zûtir malên me, xaniyên me bişewitînin. Li dijî vê zîhnetiya welatê me, bajarê me, çiyayên me û deştên me veguherandine Kerbelayê, divê em li ber xwe bidin û hev re êrîşan bişikînin. Em ê serî li ber zilma zalim netewînin."