FEDA: Dixwazin ku civaka Elewî parçe bikin

Di danezanê de ya ku bi navê 'Meclîsa Ocakzade'yan hatî nivîsin, têkilî kişandina navendê ya Velayeddîn Ulusoy FEDA'yê daxuyanî da û got, ''Civaka Elewî bi vê hewldanê û mîna vê tê xwestin ku bi nakokiyên kûr û neyê ceribandin ji hev parçe bikin.''

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''A aşkere ew e ku dixwazin civaka Elewî bi vê hewldanê û hewldanên weke vê bi nakokiyên kûr û neyên ceribandin ji hev parçe bikin, ev lîstikeke nû ya wê hişmendiya neheq û bi navenda desthilatdariyê ye. Canino, ev rê ji tevahiya me berztir e!..Ên Ocaxî, Rêberê xwe, Pîrê xwe, Mûrşîdê Xwe, Dayikê- Kamîllûlahê dizane.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Bi vê nîqaşê re armanc ew e ku Elewîtî/Elewî bi navendekê ve girêbidin an jî bi ser pêkhateyekê ve bikin yekreng û dixwazin wan bikişînin nav mekanîzmayeke kontrolê. Her ocaxeke me mekanekî me yê pîroz e ku bîra mê lê tê parastin. Divê neyê jibîrkirin; Ocaxên me, bi berdêlên herî giran hatine parastin û heta bi niha hatine. Li Koçgirî, Dersim, Meraş, Hacî Bektaş, Hetayê û  li gelek herêmên dn li gel êrîşên hatî ser wan jî ya ku Ocaxên me zindî hiştin, cewherên Pîrên me ne ku bi talibê xwe meşa heqîqetê bi îkrar û îtîkatê, bi sidik û sedeqetê domandine.''