Federasyona Komeleyên Kurd ên li Holandayê (FED-KOM) ragihand ku dewleta Holandayê ji astengkirina xebatên Kurdan û saziyên wan, dest bi kampanyaya bêderfefthiştina saziyên Kurdan kiriye. FED-KOM’ê diyar kir ku duh li herêma Zeelandê di serdegirtinên malan de ciwanên Kurd hatine binçavkirin û xwest tavilê serbest bên berdan.
Li Holandayê li gundê Elemeent ê herêma Zeelandê polîsan bi ser malan de girtin û di encamê de 55 ciwanên Kurd ên ku li hev kom bibûn binçav kirin. Ciwanên Kurd ên ku temenê wan di navbera 18-25 salan de ye, bi hinceta “alîgirên PKK’ê ne” hatin binçavkirin û heta niha jî di binçavan de tên ragirtin.
Federasyona Komeleyên Kurd ên li Holandayê (FED-KOM) nerazîbûnek tund nîşanî vê yekê da û îdîayên çapemeniyê derewand. FED-KOMê da zanîn ku civîn berê hatibû ragihandin û got ku civînek legal bû û li ser mijarên çandî pêk hatiye.
FED-KOMê ragihand ku dewleta Holandayê ji astengkirina xebatên Kurdan û saziyên wan, dest bi kampanyaya bêderfefthiştina saziyên Kurdan kiriye.
FED-KOM’ê diyar kir ku duh li herêma Zeelandê di serdegirtinên malan de ciwanên Kurd hatine binçavkirin û xwest tavilê serbest bên berdan.