Di şîroveya FAZ'ê de ku bi îmzeya pisporê Rojhilata Navîn Raîner Hermann hate weşandin, hat ragihandin ku li gel propaganda 'serketî ye' ya Erdogan jî, artêşa Tirk û artêşa azad li Efrînê bi zor û zehmetî hewl didin bi pêş ve biçin.
Hermann diyar kir ku îdîaya faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dibêjin 'Li Efrînê endamên DAÎŞ'ê hene' tenê propaganda ye.
Hermann destnîşan kir ku zimanê Erdogan bi kar tîne 'cengawerî' ye, lê belê li eniyê bi ser neketine. Hermann da zanîn ku li gorî çavkaniyên Kurd hê Tirkiyeyê ti cih kontrol nekiriye.
Hermann bi bîr xist ku AKP'ê salên dawî 10 hezar darên zeytûnê yên li Efrînê birî û dîwar li ser sînor lê kir. Nivîskar da xuyakirin ku artêşa Tirk ji deriyên vî dîwarî derbas bû û êrîş kir, lewma Kurdan pêşdîtina vê êrîşê kirine. Hermann destnîşan kri ku YPG'ê bi fuzeyên antî-tank pêşwazî li artêşa Tirk kiriye û artêşa Tirk tenê bi rengekî demkî ketiye hin gundan.
DIBE KU DIXWAZE PÊŞÎ LI KOÇBERIYA JI EFRÎNÊ VEKE
Nivîskarê FAZ'ê ragihand, Tirkiye li gel rewşa xwe ya neserketî ya li erdê, giranî daye ser bomberdûmana bi balafirên şer û ji bo artêşa azad a êrîşî Şehbayê dike jî diyar kir ku ji komên Îslamî yên cuda pêk tê. Hermann da zanîn ku ji ber bomberdûmana balafirên şer heta niha herî kêm 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hermann cih da nêrîna yek ji nûnerên Jinên kurd ên li Silêmanî Meral Çîçek ku li gorî vê yekê armanca bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku li Efrînê rê li ber koçberiyeke komî veke.
Nivîskarê FAZ'ê roketa ku roja Duşemê li Reyhanliyê ket jî nirxand û bi bîr xist ku Parlamenterê CHP'ê Mevlut Dûydû ji bo vê roketê gotiye, ev roket ancax bigihêje cihekî bi 12 kîlometreyan dûr, lê Reyhanli bi 17 kîlometeryan dûrî sînorê Efrînê ye. Hermann işaret bi qeyda deng a serkêşê MÎT'ê Hakan Fîdan kir ku sala 2014'an ahte weşandin û anî ziman ku Fîdan li wir gotibû, "Eger pêwîstî pê hebe ez ê ji çar kesan bişînim Sûriyeyê wê 8 fuzeyan biavêjin Tirkiyeyê û bi vî rengî hincetê ji şer re biafirînim."
ZERARÊ DIDE HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN JI BO SÛRIYEYÊ
Hermann di şîroveya xwe de her wiha nûçeya ANF'ê ya li ser rêveberên MÎT'ê yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin bi bîr xist û got, rêveberên MÎT'ê li komkujiya Parîsê mikur hatine.
Hermann di dawiya nivîsa xwe de bal kişand ser hevdîtinên Soçî ku Rûsya ji bo li ser sîstema piştî şer a li Sûriyeyê bibe xwedî mafê gotinê li dar dixe û destnîşan kir, êrîşa li ser Efrînê zerarê dide hemû helwdanên ji bo aştiyê yên li Sûriyeyê.