Faşîzmim wê bi HDP’ê têk biçe!

Di civîna li Hîldesheîmê de ji bo dawî anîna faşîzmê, banga li dorî HDP’ê bibin yek û bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin hate kirin.

NCKD a li bajarê Hîldestheîm a Elmanyyê, têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê li hev civiyan. Parlementerê HDP’ê yê berê Hasîp Kaplan, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç tevlî civînê bûn.

KOÇ: DIVÊ BI ŞEV Û ROJ BIBIN SEFERBER

Koç hejmara dengdêran a li Ewropayê bibîr xist û got: “Bi taybet li Skosonya Jêr nêzî 104 hezar kes hene, beşekî mezin a van ji Kurd û Elewiyan pêk tê. Ji bo xwe bigihînin her kesê divê mal bi mal bigerin û berê gelê xwe bidin ser sindoqan. Ji bo wê divê ne tenê baxivin û siyasetê bikin divê şev û roj bibin seferber û dawî li faşîzmê bînin.”

KAPLAN: EM Ê VÊ CARÊ SÊ QAT BI SER KEVIN

Hasîp Kaplan jî qala nelirêtî û dijminahiya Kurdan kir û got: “Çawa ku me 7’ê Hezîranê bi ser ketin, em ê vê hilbijartinê jî sê qat bi ser bikevin. Dema hûn çûn ser sindoqan, bi hevrê, cîran û xizmên xwe re bi coş herin ser sindoqan.”

ÎMRET: DIVÊ EM HÊZ Û MORAL BIDIN GELÊ XWE YÊN LI KURDISTANÊ

Leyla Îmret jî bal kişan ser zilm û zordariya Erdogan a li ser Kurdan û dostên wan û got: “Erdogan zilma herî mezin û xedar dike, vê li derve û hundirê welat dike. Ji bo xwedîderketina li şehîdên xwe divê em biçin ser sindoqan. Her dengek girîng e. Bi taybet divê gelê em yên li Ewropa dijîn, divê moral û hêzê bide gelê me yên li Kurdistanê.”