Faşîzma AKP'ê li Hannoverê hate şermezarkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meşek hate lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Ciwanên Azad pêk hat û bi qasî 600 kes tevlî bûn.
Di meşê de faşîzma AKP'ê hate şermezarkirin û ji bo Rewşa Awarte bê rakirin û siyasetmedarên dîl hatine girtin werin berdan, banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.
Di dema meşê de tim û tim li dijî faşîzma AKP'ê dirûşme hatin qîrîn. Çalakgeran bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" dawî li meşa xwe anîn.