Faşîzma AKP'ê li akademiya Montrealê hate şermezarkirin
Li Montrealê li akademiya ku bi hezaran xwendekar lê dixwînin, bi mebesta protesto û teşîrkirina faşîzma AKP’ê stand hat vekirin.
Li Montrealê li akademiya ku bi hezaran xwendekar lê dixwînin, bi mebesta protesto û teşîrkirina faşîzma AKP’ê stand hat vekirin.
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, li Akademiya College de Maîsonneuveyê, ji hêla Meclîsa Jin a Kurd û Însîyatîfa Ciwanên Welatparêz ve stand hate vekirin. Li akademiyê ku bi hezaran xwendekar lê perwerde dibin, ji mêj ve bû ku faşîzma AKP’ê û qirkirina wê ya li Kurdistanê dihate vegotin.
Têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê û hevşaredaran, bi xwendekaran re gotebêjî hate kirin.
Li standê alên PKK, KCK, YPJ, YPG’ê hatin hildan û broşûrên bi 3 zimanan Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Di bernameyê de ji bo kampanyaya îmzeyan a bi mebesta azadbûna hevserok û wekîlên HDP’ê destek hate xwestin.