Faşîstan êrîşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdamê kirin

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, nîjadperestên Tirk êrîşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, nîjadperestên Tirk êrîşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kirin. Komek ji faşîstan duh bi şev saet di 02:00 de camên navenda civaka demokratîk şikandin. Êrîşkaran sembolên Tirkan nivîsandin, heqaret li Kurdan kirin û gef xwarin. Polîsên Hollandayê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Polîs bi rêya dîmenên kamera yên li derdorê hewl didin sûcdaran zevt bikin. Welatparêzên Kurdistanî yên li bajêr jî nîvê şevê herikîn ber navenda civaka demokratîk. Polîsên Amsterdamê der barê mijarê de îfadeya rêveberên navendê girt û dest bi lêpirsîneke berfireh kirin.

LI ALKMARÊ ÇALAKIYA DESTEKÊ

Li bajarê Hollanda Alkmarê jî bi dehan Kurdistaniyan, ji bo bala raya giştî ya Hollandayê bikişînin ser dorpêçiya li Cizîrê, li ber dêra De Meent stand vekirin û belavok belav kirin. Piştre xwe gihandin Kurdistaniyên ji Amsterdamê hatin û bi konvoyê berê xwe dan bajarê Hîlversûmê.