Faşîstan êrîş birin ser konê berxwedanê: 3 birîndar hene

Konê karkeran ên ku li Zanîngeha Çûkûrova ji kar hatin avêtin û li wir li ber xwe didin rastî êrîşa faşîstan hat, 3 karker birîndar bûn.

Konê karkeran ên ku li Zanîngeha Çûkûrova ji kar hatin avêtin û li wir li ber xwe didin rastî êrîşa faşîstan hat, 3 karker birîndar bûn.

Bûyerên ku îro li Zanîngeha Çûkûrova tevahî rojê berdewam kir, li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrova jî rû da. Karkerên Dev Saglik-Îş, ên li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrova dixebitîn û bi hinceta ji ber ku çalakî ji bo mûçeyên xwe yên dereng hatine dayîn pêk anîne ji kar hatin avêtin, rastî êrîşa komek faşîst hatin. Di êrîşê de karkerên bi navê Mûstafa Hotlar, Tûfan Ahî û Mehmet Tîgrek birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku têkîldarî êrîşê kes nehatiye binçavkirin.