Facebookê sala 2018'an ji bo xatirê dagirkeriya Tirk sansur danîbû ser YPG'ê!

Eşkere bû Facebookê di sala 2018'an de dema ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êriş bir ser Efrînê, bi dewleta Tirk re li hev kir û sansur danî ser YPG'ê.

Li gorî nûçeyeke berfireh ku li malpera propublica.org hate weşandin, dewleta Tirk di dema êrişên xwe yên dagirkeriyê de dixwest parvekirinên YPG'ê asteng bike.

Serkêşê duyemîn ê Facebookê Sheryl Sandberg ji bo vê zexta dewleta Tirk got, "Di vir de pirsgirêk nîne."

Piştî sê salan jî wêne û agahiyên YPG diweşînin, bikarhênerên Facebookê yên li Tirkiyeyê nikarin bibînin.

LI PIŞT PERDEYÊ XWE DA ALIYÊ DAXWAZÊN DEWLETA TIRK

Propublicayê li gorî gelek axaftin û e-mailên bi dest xist, ragihand ku Facebookê daxwazên ji bo sansurkirinê bi rengekî 'ne asayî' nirxandiye. Di nûçeya malperê de hate gotin, "Hikumeta Tirk dema ku êriş bir ser Kurdên li Efrînê yên li bakurê Sûriyeyê, li Tirkiyeyê bi sedan kes ji ber ku operasyon rexne kirin hatin girtin."

Malperê bi bîr xist ku Facebook li pêşiya raya giştî daxuyaniyan dide û îdîa dike ku azadiya îfedayê ji bo wan girîng e û wiha dewam kir, "Lê belê Facebookê sala 2018'an li pişt perdeyê di nava operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê de li gel daxwazên hikumetê cih girt. Mîna ku e-mail jî nîşan didin di danûstandinan de li şûna mafên mirovan, karê platformê derdixînin pêş."

Propublicayê diyar kir ku Facebookê li gorî fermaneke qanûnî ya hikumeta Tirk, malpera xwe ya li Tirkiyeyê bi sînor kir.

BI GOTINA 'ME FERMANÊN QANÛNÎ BI CIH ANÎN' NABE KU MUXALEFET BÊ BÊDENGKIRIN!

Alîkarê serok ê ji polîtîkaya cemaweriyê ya global a Facebookê berpirsyar Joel Kaplan di 26'ê Çileya 2018'an de ji Sandberg û patronê Facebookê Mark Zûckerberg re e-mailek şand û diyar kir ku wan ji hikumeta Tirk fermanek wergirtine. Kaplan anî ziman ku Tirkiye li şûna astengkirina temamiya Facebookê li Tirkiyeyê, pêşniyar kiriye ku malpera YPG'ê 'tavilê ji aliyê cografîk ve bê blokekirin'. Hate ragihandin ku ev pêşniyar ji aliyê rêveberên Facebookê ve hatiye qebûlkirin.

FACEBOOKÊ XWE DA ALIYÊ NEBAŞIYÊ

Malpera o1net a Fransayê jî cih da nûçeyê û destnîşan kir ku Facebookê careke din xwe da aliyê nebaşiyê ya dîrokê. Malperê wiha got, "Facebook ji bo berjewendiyên xwe yên li Tirkiyeyê biparêze, Kurdên li Sûriyeyê sansur kir."