Facebook wêneyê parlamenterên bi ala PKK’ê sansûr kir

Facebook wêneyê parlamenterên bi ala PKK’ê sansûr kir

Wêneyê ku 10 parlamenterên Partiya Çep li Meclîsa Federal bi ala PKK’ê kişandibûn di sîteya facebook de hat qedexekirin. Parlamenter Dîether Dehm helwesta Facebookê rexne kir, wêne di hesabê li ser navê xwe parve kir û got, “Em natirsin”.

10 parlamenterên Partiya Çep ku biryara Meclîsa Federal a ji ber parlamenter Nicole Gohlke ala PKK’ê rakiribû destnedana wê rakir şermezar bikin, li Meclîsa Federal ala PKK’ê rakiribûn.Wêne destpêkê ji aliyê parlamenter Diether Dehm ve di facebook de hatibû weşandin.

Wêneyê ku ji aliyê bi sedan kesî ve hat parvekirin, ji hesabê Dehm hat vekirin. Facebook  bi daxuyaniya, "Ev wêne ne li gor rêzikên me ne" wêne rakir.

Parlamenter Dehm nerazîbûn nîşanî biryara facebook da û got, "Em ê ji kesî netirsin.” Dehm dema wêne parve kiribû gotibû, "Li hember qedexeya li dijî PKK’ê û bi armanca piştevaniya bi rêhevala me Nîcole Gohlke re me îro li Meclîsa Federal ala PKK’ê ya ‘qedexe’ vekir.”

Van parlamenteran ala PKK’ê vekiribûn: Diether Dehm, Karin Binder, Sabine Leidig, Pia  Zimmermann, Hubertus Zdebel, Wolfgang Gehrcke, Alexander Ulrich, Andrej Hunko, Kathrin Vogler û Ulla Jelpke.