Eziyeta girtiyên nexweş a raporê

Eziyeta girtiyên nexweş a raporê

18 girtiyên nexweş ji gelek girtîgehên cûda, ji bo rapora Saziya Tiba Edlî anîn Girtîgeha Metrîsê. Hate ragihandin ku, girtiyên nexweş xistine qawişên teng û ji bo raporê ji ber karûbarên burokratîk nexweş nikarin biçin rendewûyên xwe jî.

18 girtiyên nexweş ên ji girtîgehên cûda anîne, bêy ku daxuyaniyekê bidin wana, tenê bi gotin “têkildarî tenduristiyê ye” anîn Girtîgeha Metrîsê.

Dema ku girtiyên nexweş Mehmet Emîn Akdag, Hakan Golunç, Hasan Kaçar, Umît Aydin, Taylan Çîntay, Hasan Alkiş, Suphî Îsmaîl, Filît Tîltay, Îsmaîl Elman, Salih Tugrul, Avnî Uçar, Alî Ekber Orûç, Huseyîn Dînç, Huseyîn Yildiz, Engîn Aktaş, Sebgetullah Guler, Fîkret Guzel Aydin û Kemal Turanlioglû ku anîn Girtîgeha Metrîsê, hat hînbûn ku ji bo Saziya Tiba Edlî anîn Stenbolê.

Ev 18 girtî hemû, mehkumên muebetê ne. Piraniya wan 15-20 sale li girtîgehê ne.

Hasan Gulunçê di serê wî de tumor heyî, 12 caran di mejî de hatiye emeliyat kirin. Çavê wî ê rastê nabîne, çavê çepê jî kêm maye biçe. Gulunçê ku romatîzma gehên bi îltîhap lê ye, di heman demê de hestiyê wî jî dihele.

Herdu milên Engîn Aktaş jî tune ne. Alî Ekber Orûç jî felce.

DI 30 METRE KAREYÊ DE 6 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATINE BICIH KIRIN

Li her qawişekê 6 girtiyên nexweş, li 3 qawişên cûda bicih kirin. qawiş 5x6 metrekareye. Cihê bêhndanê jî 6x7 metrekareye.

BUROKRASIYÊ DERMANKIRIN ASTENGKIR

Ji bo raporê bigirin ji ber ku diçin ATK’ê û tên, nikarin derman bibin. Nexweşê gurçîkan Avnî Uçar, roja ku ew ji bo raporê birin ATK’ê, pêwîst bû ketiba makîneya diyalîzê. Lêbelê neketê.

Taylan Çîntay ji heman sedemê nekarî bikeve kemoterapiyê.

Hasan Gulunç jî dê li Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê biçûya randewûya gastroenterolojî, nefrolojî, urolojî, endokrînolojî, dermantolojî, tedawiya fîzîkî û beşa ortopediyê, lê nekarî biçe.

‘PÊWÎSTÎ BI BUROKRASIYÊ TUNE YE’

Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê a IHD’ê parêzer Gulîzar Tuncer çû girtîgehê û bi hinek nexweşan re hevdîtin pêkan. Parêzer Tuncer anî ziman ku, pêvajoya rapora saziya tiba edlî jî vegeriya îşkenceyê û got: “Weke din jî pêwîste ev pêvajo wisan neyê bikaranîn.”

Tuncer destnîşakirin ku, rapora lijneya tenduristiyê a girtiyên nexweş “nikarin li girtîgehê bimînin” heye û bilêv kir ku, “Li gorî sererastkirina zagonî a nû, rapora Saziya Tiba Edlî pêwîst nake. Tenê dikarin li ser rapora ATK, lijneya tenduristî bê hûrkolînkirin, hûrkolîn li ser dosyayê were kirin û biryar dikare were dayîn. Lêbelê vê nahilbijêrin, pêvajoya raporê jî ji girtiyan re vegerandine îşkenceyekê.”

Nameya ku girtiyê nexweş Hakan Golunç ji parêzera xwe Tuncer re şandî wiha di nivîsandiye “Em li burokrasiyê asê mane. Lê belê dewlet li ser me propogandaya ‘em girtiyên nexweş berdidin” dike. Heta ku çemka dewletê neyê guhertin, dê di rewşa girtiyên nexweş de jî guhertinek çênebe. Çi pêngavên mirovî û wijdanî nayên avêtin. Me weke melzemeya reklamê bikartînin.”

JI ATK’Ê ŞERTÊ RAPORÊ

Di meha Sibatê de di madeya 16’mîn a Zagona Înfaza Ceza de guhertin hatibû kirin. Li ser madeya 16’mîn “Ji ber nexweşiyek giran û seqetiyek giran, her wiha ji bo civakê nexeter be, li gorî ûsûlê fikreya sêyemîn heta ku baş bibe dê serbest berdan” hate zêdekirin.

Bi vî awayî li gel Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora  “Tenê nikare jiyana xwe berdewam bike” şertê nirxandina “Ji bo civakê ne zerere” lêzêde kirin. Biryara ku girtiyê nexweş “ji civakê re bizerere yan na” dê dozgerî bide.