Êzidiyên li Bakur amadekariya avakirina Meclîsa Êzidiyan dikin

Êzidiyên li Bakur amadekariya avakirina Meclîsa Êzidiyan dikin

Di çarçoveya xebatên xwe birêxistinkirinê ya Kurdên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê de, li ser mijara avakirina Meclîsa Êzidiyan îro li Amedê civîna amadekariyê hat lidarxistin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), xebatên xwe yên birêxistinkirina Kurdên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Federasyona ku di nava du mehên dawî de li Mêrdîn, Êlih, Amed û Wêranşarê civîn lidar xist ku Komîsyonên Êzidiyan ên li van cihan ava kir, niha di nava hewldana avakirina Meclîsa Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê de ye.

Bi vê armancê, bi tevlîbûna Hevseroka FKÊ Dr. Leyla Ferman îro li navenda Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê civîna amadekariyê hat lidarxistin.

Tê payîn ku di endama danûstandin û nirxandinan de, Meclîsa Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê bê avakirin. 

Meclîsa ku wê ji komîsyonên rêxistinî, civak, ziyaret, Şengal û pirsgirêkên Kurdan pêk bê, wê plansaziya xwe jî bi ragihandina Meclîsê re di dawiya mehê de aşkera bike.