Êzidiyên Dîasporayê ji bo Ocalan dest bi greva birçûbûnê dikin
Meclîs Şengalê ya Dîasporayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew ê li Strasbûrg-Fransayê bikevin grêva birçîbûnê.
Meclîs Şengalê ya Dîasporayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew ê li Strasbûrg-Fransayê bikevin grêva birçîbûnê.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin, ji bo şermezarkirina tecrîdê ew ê têkevin greva birçîbûnê.
MŞD’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser Qirkirina Şengalê û tecrîda li ser Ocalan û diyar kir, ji ber ku Tevgera Azadiyê ya di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Şengal azad kir, dewleta Tirk tecrîd daniye ser Birêz Ocalan.
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê di heman daxuyanê de ragihand, ku ew ê bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 23.08.2016’an li Starsbûrg-Fransayê dest bi greva birçîbûnê bikin û heya ku hevdîtina bi Ocalan re pêk bê çalakiya xwe bidomînin.
Her wiha MŞD’ê diyar kir ku divê statûya Xweser Şengalê di qada navneteweyî de were nasîn û ji hêzên navneteweyî xwest ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were bikevin nav tevgerê.