Ezgî Sadet û Polen Unlu hatin bibîranîn

Li ser gorên şehîdên Pirsûsê Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li Mala Cem a Umraniyeyê xwarin hate belavkirin.

Abîdeya li ber gorên Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu yên li Pirsûsê hatin qetilkirin, îro hate vekirin. Piştre, li Mala Cem a Umraniyeyê bîranîn hate lidarxistin, xwarin hate danîn.

Di bîranînê de endamên SGDF’ê, gaziya Pirsûsê Guneş Erzûrûmlûoglû, Cîgira Serokê Giştî yê ESP’ê Çîçek Otlû, Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Fîlîz Keretecîoglû, parlamentera CHP’ê Gamze Akkûş Îlgezdî jî amade bûn.

Girseya li goristanê kom bû, rêz girt.

‘JI BÎR NEKIN, EFÛ NEKIN’

Piştre jî Hevserokê SGDF’ê û xwişka Hatîce Ezgî Sadet, Ozgen Sadet axivî û 33 kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Sadet diyar kir ku wan têkoşîneke edaletê ji 20’ê Gulanê heta 20’ê Tîrmehê dane destpêkirin û wiha got: “Ev ji bo Pirsûsê û ji bo her kesên edaletê dixwazin pêk hat.” Sadet destnîşan kir ku 20’ê Tîrmehê qetlîama Pirsûsê li hemberî hemû gelan biryareke şer bû, diyar kir ku 33 şoreşgerên qetlîama Pirsûsê ji bîr nakin û berpirsyarên qetlîamê jî efû nakin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê YAKADER’ê Necîp Bîngol mafê axaftinê girt û sersaxî ji malbatan re xwest û wiha got: “Li pêşberî van mirovanên hêja û bi qedir hinek tişt anîna ziman pir zehmet e. DAIŞ’ê Rohilata Navîn vegrand herêma şer. Hişmendiya ku li Pirsûsê niha li Cizîr, Nisêbînê dewam dikin. Bi sedan ciwanên me hatin qetilkirin.”

Piştî axaftina Sadet, vekirina abîdeyê hate kirin. Girse piştre çû Mala Cemê ya li Umraniyeyê.

Bavê Hatîce Sadet Alî Sadet jî spasiya hemû kesên ku amade bûne kir û wiha axivî: “Li ser navê Polen û Ezgî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin û li ser navê 33 kesan hûn bi xêr hatin. Ji bo pêlîstokan bibin ketibûn rê. DAIŞ’ê vê qebûl nekir. Ji beriya 3 mehan ev kampanya dabûn destpêkirin. Ezgî û Polen stand vekirin, li kafeyan xebitîn, morî firotin. Bi diravê qezenç kirin jî pêlîstok kirîn. Ji bo kesên ku digotin neçin ma hûn ê li wir çi bikin, gotin; ‘ Bê xwestin em ê qûmê jî bikişînin.” Bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Biryara veşartî ya li ser dozê hê jî dewam dike.”

‘EM Ê BI SER KEVIN, WÊ QATIL TÊK BIÇIN’

Piştî bav Sadet birayê Polen Unlu Kogûkan Unlu mafê axaftinê girt û wiha anî ziman: “Ne tenê min xwişka xwe winda kir. Xwestin hêviya me bişkînin. Em dest ji vê têkoşînê bernadin. Ew ciwanên ku digotin; ‘Bavo manqelê çênekin zarokên feqîr hene”bûn. Em dest ji vê rêyê bernadin. Ez baş dizanim ku em ê bi ser kevin, qatil wê têk biçin.”

Hevserokê SGDF’ê Ogûz Yuzgeç jî axivî û diyar kir ku li gel 33 şoreşgerên li Pirsûsê hatine qetilkirin, li gel hemû kesên bêmafî lê hatine kirin û hejariyê ne. Yuzgeç wiha got: “Dema ku li Somayê 300 karker hatin qetilkirin, li malên xwe rûneniştin, dema ku Berkîn Elvan jî hate qetilkirin li malên xwe rûneniştin. Ew kesên ku her roj bi sedan jinên ku destdirêjî û destavêtinê negotin ku ‘Em nabînin”, daketin kolanan. Wan dema ku qetlîama Roboskiyê hate kirin negotin ‘Em nizanin, nabînin, nabihîzin”. Tevî ku dizanîn her carê wê rastî zext û terora dewletê jî bên, lê dîsa jî daketin kolanan, edalet xwestin, wekhevî xwestin. Ji ber vê çendê zarokên we ewqas bi nirx in, hevriyên me ji bo vê ewqasî bi qedir û qîmet in. Wan canê xwe yên ciwan, di temenê xwe yên 20 salî de ji bo vê dozê kirin qurban.”

Têkildarî belgeyên qetlîamê ku derketîn jî diyar kir ku desthiladariya AKP radixist ber çavan. Yuzgeç wiha axivî: “Belge didin nîşandan ku hemû saziyên dewletê ji qetlîama Pirsûsê xebardar bûn. Ev qetlîam bi destê AKP’ê hatiye organîzekirin û pêk anîn.”

Parlementera CHP’ê Îlgezdî jî destnîşan kir ku armanca ciwanê ku ji Pirsûsê çibûn ji bo alîkariya mirovî, birîn pêçan bû û wiha anî ziman: “Êşa herî mezin a piştî 7’ê Hezîranê, Ezgî û Polen roja hemû mirovahiyê bû.”

 ‘EV HESAB LI VIR NAQEDE’

Parlamenterê HDP’ê Kaya jî wiha anî ziman: “ Ji bo rêya mirovatiya wekhev, azad û weke mirovan jiyana xwe ji dest dan.” Kaya diyar kir ku ji Pirsûsê heta Cizîrê kujer diyar in. Kaya wiha axivî: “Em ji bo her kesê edaletê bixwazin. Biryara veşartî ya li ser dosyayê bê rakirin jî wê kujer neyên diyarkirin. Lê ev hesab li vir naqede.”

Piştî axaftinan xwarin hate dayîn.

...