‘Ezê ji neçarî li bende mirina bebeka xwe bim’
‘Ezê ji neçarî li bende mirina bebeka xwe bim’
‘Ezê ji neçarî li bende mirina bebeka xwe bim’
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê Jina bi navê Muslîme Îltaş ligel ku rewşa wê giran bû bi hinceta ku randewuya wê tunebû nehat dermankirin. Îltaş ya ku ducaniye diyar kir ku ji ber neçariyê, li bende mirina bebeka xwe dimîne.
Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya di qada tenduristiyê de gel bêzar dike. Serî hezar kesî 1.7 hejmara doktoran dike. Di nava 32 welatên OECD’ê de Tirkiye di rêza dawî de ye û di warê tenduristiyê de jî zehmetiyên mezin dikişînin.
Li gorî bajarên rojavayê Tirkiyeyê, li bajarên Kurdistanê rêjey welidînê zêdeye lê mixabin li gorî vê rêjeyê doktor kêmin. Li Bedlîsa ku rêjeya welidinê 337 hezar e tenê doktoreke Pispora welidîn û nexweşiyên jinana hene.
Jina bi navê Esma Gol ya 28 salî ya dayika 3 zarokan ji gundê Şêna Xizanê hat nexweşxaneya Delwetê a Tetwanê û Muslime Îltaş a ji gundê Giran hat ya 27 salî ji ber ku randewuya wan tunebû nehatin muayenekirin. Her du jinên nexweş bertek nîşanê vê dan û got ji berk u derfetên wan yên aboriyê nebaşin heqê riya xwe jî deyn kirine û ev helwesta nexweşxaneyê protstokirin.
ÎRO BIÇE SIBÊ BÊ
Hevserê Esma Gol, Sabrî Gol got ji berk u ji gund hatine randewu negirtine û ji ber vê nehatine dermandkirin û got: “Em ji gundê Xîzanê tên. Ne mumkune em sibê zû bê navendê. Wê demê bila em qet neyên dermankirin. Wesayîtên me tunene. Me heqê riya xwe jî deynkiriye.
Gol da zanîn ku jina bi navê Muslime Îltaş bebeka wê di zikê wê de berovajî ziviriye û rewşa wê girane û got: “Ev xwişka me rewşa wê girane. Hefteyek berê birin ocaxa tenduristiyê. Sewqî vir kirin. Ji ber ku pereyê wan tunebû, nekaribûn bihatana. Serokwezîr dibêje 3 zarokan çêbikin, lê em zilmek mezin dikişînin. Bila serokwezîr û wezîr ji vê re çareyek bibîne.
EZÊ LI BENDE MIRINA BEBEKÊ XWE BIM
Muslime Îltaş jî got: “ Bebek berovajî bûye. Em di bin rîskê de ne. Li Xizanî doktorê welidînê tune. Em şandin vir. Ev du hefte bû em nekarin bihatana. Em îro hatin, lê em derman nekirin. Em dê niha çi bikin. Em neçarin li bende mirina bebeka xwe bin. Çareyek din nîne.