‘Ez leşkeriya artêşa Tirk red dikim’
‘Ez leşkeriya artêşa Tirk red dikim’
‘Ez leşkeriya artêşa Tirk red dikim’
Redkarê wijdanî Ehmed Çetîn Durukanoglu diyar kir ku, ew leşkeriya Artêşa Tirk û NATO red dike û wiha got: "Ez dê piştgiriya xweya ji bo wekhevî, azadî û sosyalîzmê berdewam bikim. Ez reda xwe ya wijdanî aşkere dikim."
Welatiyê bi navê Ehmed Çetin Durukanoglu, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da û reda xwe ya wijdanî aşkere kir. Di civînê de Durukanoglu endamên Komeleya Reda Wijdanî, Foruma Yekbûyî û Tora Piştevaniyê jî amade bûn. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umit Efe anî ziman ku, reda wijdanî reda leşkerî û çekê ye û li dijî mîlîtarîzm û tundiyê ye. Efe da zanîn ku, ji salên 1990'an reda wijdanî heye û her ku diçe li dijî mîlîtarîzmê ev tevger xurttir dibe. Efe da diyarkirin ku,li Tirkiyeyê heta niha gelek kesên ev mafê xwe yê reda wijdanî pêk anîne hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine. wekî "Xayinê welat" hatine binavkirin.
Redkarê wijdanî Ehmed Çetîn Durukanoglu jî bilêv kirk u, ew leşkeriya NATO û Artêşa Tirk nake û wiha got: "Ez dê piştgiriya xweya ji bo wekhevî, azadî û sosyalîzmê berdewam bikim. Ez reda xwe ya wijdanî aşkere dikim. Ez dadgehên leşkerî nas nakim. Artêşa û NATO amûrên binpêkirina mafên bindestan e. Ez xizmeta wan nakim. Ez dê dadgehên sivîl û leşkerî ku derkevin hemberî min nas nakim."