'Ez hêdî hêdî dimirim, alîkariyê bidin'

'Ez hêdî hêdî dimirim, alîkariyê bidin'

Yek ji girtiyên ku hêviya xwe bi sererastina nû ya Qanûna Paşvexistina Înfazên Cezayên Girtî û Hukumxaran tîne, girtiya ji Efrîkaya Başûr Angel Mtswenî ye. Mtswenî ya ku bi îdiaya tiryak li ser hatiye dîtin 5 sal ceza jê re birîne, ev 20 mehe di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy de ye. Mtswenî ya 46 salî banga alîkariyê kir û wiha got: “Ez hêdî hêdî dimirim, alîkariyê bidin"

Min Angel Mtswenî cara yekemîn dema diçûm nexweşxaneyê, di wesayîta rîngê de nas kir. Bi rûkeniya xwe û xwînşirîniya xwe bala min kişand. Piştî cara duyemîn min ew dît gelek zeyîf bûbû. Westiyayî bû û êdî nedikeniya. Dîsa min ew di wesayîta rîngê de dît. Bi tirsa mirinê ji min re got ez nexweşa pozîtîf a HIV me.

EZ TEDAWIYA PÊWIST NABÎIM

Angel di berdewamê de girîngiya rewşa xwe wiha bi van gotinan anî ziman: “Ez roj bi roj dihelim. Pirsgirêka min ya ziman heye. Şert û mercên ez têde me ji bo tenduristiya min gelek xeterin. Her roj jiyana min dikeve xeterê. Di warê pîskolojîk de jî ez têk çûme. Ditirsim ku li vir bimirim. Dema min teng dibe"

WEKE KU EZ WEBAME NÊZÎ MIN DIBIN

Angel di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Berê ez di beşa atolya girtîghê de dixebitim. Hewcedariyên min pêk dihatin. Lê piştî nexweşiyê her kes ji min dûr ket. Ez hatim tecrîdkirin. Wekê ku ev nexweşî derbasî mirovan dibin nêzî min dibin. Wekê ku ez bi webayê ketime nêzî min dibin. Ji ber vê ez ji karê xwe yê atolyeyê bûm.”

Min herî dawî Angel çend roj berê li korîdorên girtîgehê dît. Ketibû milê jinekê û lingê wê gelek werimî bûn. Gelek westiyay bû. fistanekî şirîk lê bû, wekê rengê wê bû. min wisa ji piştve lê nihêrt, ew dîmen di hişê min de ma û jê naçe.