Evîn Încîr bû parlementera Parlementoya Ewropayê

Evîn Încîr (34) a ji Amedê, di hilbijartina Parlementoya Ewropayê ya di 26’ê Gulanê de li ser navê Partiya Karkerên Demokrat a Swêdê (SAP) ji bo parlementeriyê hate hilbijartin.

SAP di hilbijartina roja Yekşemê de ya ku 20 parlementerên Yekîtiya Ewropayê wê lê bihatina hilbijartin, 23.6 ji sedî deng stend û Încîr jî di nav de 5 parlementer da hilbijartin.

Încîr ji zû ve ye di nav Partiya Karkerên Demokrat a Swêdê (SAP) de siyasetê dike. Încîr demekê serokatiya Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst ên Navneteweyî (IÛSY) kir û piştre li Navenda Olof Palmeyê xebitî. 2 sal in jî Alîkara Sekreteriya Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Karkerên Demokrat a Swêdê bû.

Încîr beriya hilbijartinan roportajek dabû ANF’ê û gotibû “Ji bo parastina wekhevî, demokrasî û mafên mirovan û ji bo ku doza Kurdan bînim rojevê, li Parlementoya Ewropayê bûme namzet.”

Încîr derbarê zextên li ser mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê gelek caran daxuyanî daye û gelek caran li ser navê partiya xwe tevlî rûniştinên dozên Hevserok û parlementerên HDP’ê bûye.

Herî dawîn di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de tevî parlementerê SAP’ê Kadîr Kasirga li Amedê bûbû çavdêra hilbijartinan û çavdêriyen xwe di ANF’ê de bi raya giştî par ve kiribû.