‘Ev cesed dibe ku aydê sivîlan bin’

‘Ev cesed dibe ku aydê sivîlan bin’

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema ji bo ciwanê 16 salî Îbrahîm Aslan ku di avê de fetisîbû, kolandina gorê dihat kirin, hestiyên ku tê gotin aydê sivîlane hatin dîtin. Parêzer Sertaç Ozkan der barê mijarê de axivî û diyar kir ku dibe ku hejmara cesedan zêde bibe û got xebatên kolanê didomin.

Îbrahîm Aslan li Çemê Dîcle ji bo xwe hênik bike ket avê, jiyana xwe ji dest da. Cesedê zarokê din yên pê re ketê hêj nehatiye dîtin.

Ji bo cenazeyên Aslan bê definkirin li Goristana Asrî ya Cizîrê bê defkirin, kepçeya aydê Şaredariyê  dest bi kolanê kir. Lê di encama kolê de cenazeyeke ku bi cil û bergên xwe hatibû çalkirin hat dîtin. Piştî vê du gorên din hatin kolan û li vir jî bi heman awayî cenazeyên ku bi cil û bergên xwe hatibûn definkirin hatin dîtin.

Ji parêzerên Baroya Şirnexê Sertaç Ozkan piştî ku agahî girt bi rayedarên dozgeriyê re çûn cihê bûyerê.

Herêma goristanê bi şerîdên ewlehiyê hatin girtin û dest bi kolandinan hat kirin. Parêzer Sertaç Ozkan diyar kir ku piştî bûyer bihistine hatin wir û got: “Niha xebat didomin. Niha du cesed hene. Hêj cihên nehatine kolan hene. Dibe ku ev hejmar bigihêje 8’an.  Em wisa difikirin ku ev aydê sivîlane. Em niha nikarin tiştekî zelal bêjin. Dişibin kuştinên kiryar ne diyr yên salên 90’î. Xebat didomin.”