Ev 109 meh in kujerên Roboskî nehatine cezakirin
Helkefta Dadê ya ji bo Roboskê diyar kir ev 109 meh in li şûna komkujan malbat têne cezakirin.
Helkefta Dadê ya ji bo Roboskê diyar kir ev 109 meh in li şûna komkujan malbat têne cezakirin.
Helkefta Dadê ya ji bo Roboskê têkilî meha 109'î ya komkujiya li Roboskê ku balafirên artêşa Tirk ên şer li Qilebanê ya Şirnexê kiribûn û 19 jê zarok 34 Kurd hatibûn qetilkirin daxuyanî da.
Endamê Helkeftê Tanjû Gunduzalp li Şûbeya Enqerê ya ÎHD'ê axivî. Gunduzalp diyar kir ji komkujiyê û wir ve malbat çi dema ku ji bo dadê gav avêtine bi rêya hiqûqî pêşî li wan hatiyegirtin, polîtîkaya cezanekirinê li ber wan hatiye danîn û got, ''Ti kesek nehate darizandin, ti kesek nehate cezakirin.''
Gunduzalp got li şûna ku komkuj bêne cezakirin li ser malbatan doza hatine vekirin, endamên malbatê hatine girtin, ji bo ku li heq û hiqûqê geriyane malbat hatine cezakirin.
Gunduzalp her wiha diyar kir dewleta Tirk sîstematîka cezanekirinê ku ev ji 100 salî zêdetir e sazkar kiriye, di komkujiya Roboskê jî daniye holê û nîşan daye ku ti tiştek neguheriye.
Gunduzalp her wiha diyar kir ji bo di Komkujiya Roboskê de dad bi cih were ew ê hewldanên xwe bidomînin û got, ''Heke ser Roboskê were ronîkirin wê ser gelek dozan ronî bibe. Weqayên ku li korîdorên Enqerê yên tarî bi cezanekirinê hatine xelatkirin wê derkevin holê. Wê ji bo 17 hezar mirovên ku hatine nebedîkirin dad bi cih were'' û diyar kir ji bo dadmendî pêk were peywira her kesî ye ku têbikoşe.