ESU: Li dijî tecrîda Imraliyê divê tevgerîn çêbibe

Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê (ESU) bi daxuyaniyekê diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye arîşeyeke mirovahiyê û got, ''Divê hiqûqa navnetewî were bicihanîn û ji bo vê jî tevgerîn wê pir girîng be.''

Di daxuyaniya niviskî ya ESU'yê de hate gotin desthilata AKP-MHP'ê li ser heMû civakê terorê dike, hiqûq rakiriye, daraza Tirk bûye maşika ber destê desthilatê, li girtîgehan û li derve li ser civakê tecrîdeke giran hatiye danîn.

'TECRÎD JI IMRALIYÊ BER BI CIVAKÊ VE HATE BERBELAVKIRIN'

Di daxuyaniyê de operasyonên qirkirina siyasî ya li ser siyaseta Kurd hate destnîşankirin û got, ''Gelê Sûryan li dijî rejîma dij demokratîk û zext û zordariyê nikare bêdeng û bê helwest bimîne, ji ber ku weke hemû çewisandiyên li Tirkiyê hewcehiya Sûryanan jî bi demokrasî, aştî û azadiyê heye.''

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin, ''Şerê taybet û siyaseta tecrîdê ku ev 22 sal in li Girav Imraliyê li ser Abdullah Ocalan ê rehîn tê danîn, li Tirkiyê li her hemû civakê û muxalefeta demokratîk jî tê danîn. Ji ber vê, tecrîd ne ji meseleya ser şexsekî, komekê derketiye, bi asta navnetewî bûye arîşeyeke mirovahiyê. Girîng e ku van demên dawî Neteweyên Yekbûyî, DYE û Yekîtiya Ewropayê kirinên dijdemokratîk ên desthilata Tirkiyê dibînin û tîni rojevê lê ji bo çareseriyê ev têrê nake. Li ser vê mijarê divê gavên jidil û encamgirt werin avêtin, ev daxwaza hemû dilxwazên demokasiyê ye.''

'DIVÊ GELÊ ME DENGÊ XWE RAKE'

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û girtî azad bibin divê hiqûqa navnetewî were bicihanîn û ji bo vê jî tevgerîn pir girîng e. Em Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê tecrîda dijhiqûqî û antîdemokratîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ji bo jiyaneke azad, bi aştî ya li Tirkiyê li dijî tecrîdê dengê xwe rakin û bi hemû hêza xwe destekê bidin vê.''