ESP'yiyên berxwedana gelê Kurd silav kirin, hatin binçavkirin

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo silavkirina berxwedana gelê Kurd li Taksîmê çalakî lidar xistin.

Endamên ESP'ê yên ji bo destekkirina gelê Kurd ê li dijî şerê Qesrê li ber xwe dide li Parka Gezî ya Taksîmê çalakî lidar xistin, hatin binçavkirin.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo silavkirina berxwedana gelê Kurd li Taksîmê çalakî lidar xistin.

Sosyalîstan li ser pêlikên Parka Gezî pankarta bi nivîsa "Şerê Qesrê wê winda bike, berxwedan wê bi ser bikeve" vekirin û dirûşmên "Gelê Kurd ê li ber xwe dide wê bi ser bikeve", "Kurdistan wê ji bo faşîstan bibe goristan", "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin" qîriyan.

Polîsên sivîl êrîşî endamên ESP'ê kirin û 5 sosyalîst bi erdê re kaş kirin û girtin binçavan.