ESP: Xeyal nekin ku em ê stûyê xwe xwar bikin!

ESP’ê derbarê operasyonên qirkirina siyasî daxuyanî da û got ku, “Bila tu kes xeyal neke ku em ê stûyê xwe xwar bikin.”

Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) derbarê operasyona qirkirina siyasî ya li ser endamên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dîktatoriya faşîst duh şev li dijî partiya me operasyonek li dar xist. Di van êrîşan de li 7 bajaran girtin ser 17 malan. Heta niha 14 endamên me û alîgirên me hatine destgîrkirin.

Divê her kes bizanibe ku ev operasyoneke qirkirina siyasî ye. Tê xwestin ku pêşengan bêdeng bikin, gel bê ziman û bê bertek bihêlin. Dîktatoriya faşîst êrîşî partiya me dike ji ber ku ESP bang li karker û kedkaran dike ku dakeve qadan û serî hildin.

ESP diqîre ku sosyalîsm ne alternatîf e, tiştekî pêwist e. ESP êrîşên nijadperest ên li ser karkerên Kurd ên çandiniyê şermezar dike û li ser xeta xweparastinê banga têkoşînê dike. ESP teşhîr dike ku ev rejîm, rejîmeke mêtinger e û em li dijî şer û dagirkeriya li ser gelê Kurd in. ESP mafên neteweyî û kolektîf ê gelê Kurd diparêze.

Bila tu kes xeyal neke ku em ê stûyê xwe xwar bikin. Li hemberî van êrîşan em bang li gelê xwe dikin ku bila bi xurtî li partiya xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin têkoşîna me ya li hemberî zext, înkar, tacîz, tecawiz, îstîsmar û esaretê.”