ESP Kurdistan: DAIŞ barbarî ye; hevkarê wê AKP ye
ESP Kurdistan diyar kir ku yek ji berpirsyarên komkujiyên ku DAIŞ pêk tîne desthilatdariya AKP’ê ye.
ESP Kurdistan diyar kir ku yek ji berpirsyarên komkujiyên ku DAIŞ pêk tîne desthilatdariya AKP’ê ye.
ESP Kurdistan, bi daxuyaniya nivîskî ya weşand komkujiya DAIŞ’ê ya li Fransa şermezar kir. ESP Kurdistan da xuyakirin ku DAIŞ’ê êrîş girtiye ser xwe û got: “Hovîtiya DAIŞ’ê vê carê jî li Fransa derket holê. Di van êrîşên ku li nuqteyên cuda yên Parîsê pêk hatin 128 kesan jiyana xwe ji dest da. DAIŞ’ê ev êrîş girtine ser xwe. Cîhan careke din bû şahidê barbariya DAIŞ’ê. DAIŞ; versiyona rojaneyî ya El Qaîdeya demên nêz e. Yek ji navendên ku bi polîtîkayên paşverû yên emperyalîst dijî û bi demê re veguheriye şebekeyeke ku êdî nayê girtin. Ev çeteya ku derket pêşberî şoreşa li Rojava bi biratiya gelan hatiye lêkirin, eger îro li cihekî cîhanê li hember gelan serî li qirkirinan dide berpirsyarê vê yê sereke paşverûtiya emperyalîst e. Polîtîkaya emperyalîzmê ye ya gelan berdide hev.”
ESP Kurdistan di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
"Lê di şert û mercên berbiçav ên îro de, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, yek ji berpirsên komkujiyên ku çeteyên DAIŞ’ê pêk tîne desthilatdariya AKP’ê ye. Ji bo fetisandina Şoreşa Rojava hevkarî û hevpariya sûc a dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re dike di raya giştî ya cîhanê de wek rastiyeke ku nayê nîqaşkirin tê zanîn. Kesên vê hevkariyê baş dizanin li pişt Parîsê vala vala dewleta Tirk hedef nîşan nadin.
Serokwezîr Davûtoglû ku dibêje, “Êrîşa nemerd a li Parîsê li hember hemû mirovatiyê ye” Tayyîp Erdogan dibêje, “Em li cihê ku gotin qediyaye ne”. Van derbas bikin efendîno!
Desthilatdariya AKP’ê ya têkildarî hevkariya bi çeteyan re ku sicîla wê tijî ye û çeteyên wê yên wek ‘polîs’ tên binavkirin, hê duh pratîka li Farqînê nîşan dan li ber çavan e. Li hember wekîlên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ku polîsan çek bikar anîn û piştre ‘tekbîr’ gotin, ev di rastiyê de cihê ku gotin diqede. Parîs, Beyrud, Pirsûs, Enqere… Ev encamên polîtîkayên bi çeteyan re ne. Çeteyan li Farqînê bi unîformayên polîsan xwepêşandan kirine. Cihê gotin diqede vir e.
Em êşa gelê Fransa parve dikin û careke din dubare dikin ku çete û kesên hevkariyê bi çeteyan re dikin wê di hişê gelan de dernekevin, dereng an jî nêz wê berdêla van komkujî û hevkariyên qirêj bidin.”