ESP: Berpirsyarê êrîşa li Roboskî cûnta Qesrê ye
ESP'ê diyar kir, berpirsyarê komkuijya duh a li Roboskî hat kirin, Qesr e.
ESP'ê diyar kir, berpirsyarê komkuijya duh a li Roboskî hat kirin, Qesr e.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li ser bomberdûmana dewleta Tirk a duh li gundê Roboskî yê Qilabanê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xwestin mîna sala 2011'an komkujiyeke din bikin" û hat bibîrxistin, di vê êrîşê de Vedat Encu yê 16 salî jiyana xwe ji dest daye.
ESP'ê da xuyakirin, ku eger hesabê Komkujiya Roboskî hatibûya dayîn û edalet pêk hatibûya, wê provaya komkujiyê ya mîna duh nehatibûya kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Yên duh Serokê Fermandariya Giştî yê komkujî kir pîroz kir, îro hewl dan komkujiyeke din bikin. Berpirsyarên Roboskî diyar in. Berpirsyar cûnta Qesrê ye."
ESP'ê da zanîn, ku ji ber hesabê Roboskî nehatiye pirsîn, li Pirsûs, Enqere û Stenbolê komkujî hatine kirin û di dawiyê de got, "Divê yên fermana êrîşa bi tank û topan a li Roboskî dane, hesab bidin. Pêwîste yên fermana komkujiyê dane bên eşkerekirin û darizandin."