Esnafên Bazara Rûsan: Me bi derfetên xwe agir tefand

Li Wanê sê roj berê agir bi Bazara Rûsan ket û esnafan bi derfetên xwe agir tefandin. Hate diyarkirin ku dema agir bi bazarê ketiye, îtfaiyeyê jî afîşên hilbijartinê yên AKP darve dikir.

Li Wanê sê roj berê agir bi Bazara Rûsan ket û bi dehan kargeh şewitîn û xisareke zêde ya maddî pêk hat.
Esnafên li bazarê mudaxeleyî agir kirin.  Dema ku esnafan hewl didan agir bitefînin îtfaiyeyê jî li herêmê afîşên AKP’ê darve dikir. Îtfaiye ya ku dereng hate jî, ava wê qediya. Hate ragihandin ku esnafan bi derfetên xwe agir tefandine.

Esnafên Bazara Rûsan diyar kirin ku tu rayedaran alî wan nekirine û gotin, “Îtfaiye bi derengî hat lê ava wê tunebû. Dema ku bi darvekirina afîşên AKP’ê eleqedar dibû, haya wê ji şewatê çêbûye û hatiye. Me bi derfetên xwe agir tefand. Ligel ku 2 roj derbas bûye, hê kes bi ser me nehatiye.”