Eşkere bû ku serokê MHP'î bi telefonê bi 'êrîşkar' re axiviye

Ahlam Albasahir ji aliyê dewleta Tirk ve weke "êrîşkara bombeyî ya li Taksîmê" tê nîşandan. Eşkere bû ku Serokê MHP'ê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bi rêya telefonê bi Ahlam Albasahir re gelek caran axiviye.

Li gorî qeydên HTS'ê yên di çapemeniyê de belav bûn, telefona li ser Mehmet Emîn Îlhan qeyidkirî û telefona ji aliyê Ahlam Albasahir ve dihate bikaranîn, herî kêm 2 caran têkilî bi hev re danîne.

Hate ragihandin ku bang li rayedarê xwecihî yê partiya nijadperest MHP'ê Mehmet Emîn Îlhan hatiye kirin ku li Emniyetê îfadeyê bide.

Îlhan ji T24 re axivî û piştrast kir ku ji bo îfadeyê bang lê hatiye kirin û îdîayeke bi vî rengî kir: "Rêxistina terorê hewl da li ser me lîstikê bilîze."