Erol Dundar ê DKP'yî dest bi greva bêdawî û bêdorveger kir

Erol Dundar ê ji doza DKP/ Birlik girtî ye, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Berxwedana hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 125’an. Piştî Guvenê li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî girtiyan ji 1’ê Adarê pêde dest bi greva birçîbûnê kirin. 

Bi armanca piştgiriya berxwedanê Erol Dundar ê ji doza Partiya Şoreşgerên Komînaran/Birlik (DKP/Birlik) girtî jî, ji 1’ê Adarê û pêde dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. 

Dîsa girtiyên DKP/ Birlik ên di girtîgehên Tipa F a Edirne, Girtîgeha Tîpa F a Kandira, Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin jî bi heman armancê bi 7 rojan ketin greva birçîbûnê. Girtiyên ku bi riya malbatên xwe peyama şandî, ragihandin ku ji 11’ê Adarê û pêde dest bi çalakiyê kirine.