Ekrem a parêzvana mafê mirovan carek din hat binçavkirin
Parêzvana mafê mirovan Nalan Ekrem a li Buyukadayê hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin.
Parêzvana mafê mirovan Nalan Ekrem a li Buyukadayê hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin.
Parêzvanên mafên mirovan ên wekî Îlknur Ustun, Nalan Ekrem, Nejat Taştan û Şeyhmus Ozbeklî li Buyukadaya Stenbolê hatibûn binçavkirin û roja Duşemê ew şandibûn Edliyeya Çaglayanê, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Der barê parêzvanan biryara girtinê hatibû derxistin.
Piştî biryarê Nalan Erkem birin Midûryeta Polîsan a Vatanê. Tê payîn ku wê îro Ekrem li Edliyaya Çaglayanê derxînin pêşberî dadger.