Erîtreyî ji welatên xwe direvin!

Erîtreyî ji welatên xwe direvin!

Netewên Yekbûyî (NY) ku destur bo wê nehat dayin ku biçe li Erîtreyê der barê binpêkirina mafê mirovan de lêpirsînê bimeşîne, diyar kir ku her meh nêzî 2-3 hezar kesî  ji vî welatî ku şîdet gihiştiye asta herî jor direve.

Raportorê Taybet yê Mafê Mirovan yê NY’ê yê der barê Erîtreyê Sheîla Keetharuth ji bo ku rapora xwe amade bike, bi Erîtreliyên ji welatê xwe reviyane re hevdîtin kir. Keetharuth kampên penaberan yên Etîyopya û Cîbutî ziyaret kir û diyar kir ku Erîtreyî mirinê didin ber çav û xwe digihînin Ewropayê. Li gorî Raportor her meh nêzî 2 û 3 hezar  ji Erîtreyê direvin.

Keetharuth da zanîn ku di nava binpêkirinên mafê mirovan de îşkence, înfaza bê daraz, pêkanînên keyfî û şert û mercên dij mirovahiyê tên jiyîn û ev  şert û merc ji bo Erîtreyiyên temenê wan di navbera 18-50’î de wek leşkeriyeke bêdem e.

Raportor da zanîn ku di 9 mehên salê de hejmara Erîtreyiyê hatine Îtalyayê bi qasî Sûriyeyiyane. Ji her du welatan ji her yekê 7 hezar û 500 kes gihiştine Îtalyayê. Di heman demê de 3 hezar Somaliyî jî gihiştine peravê Îtalyayê, piraniya wan Erîtrî 366 mêr, jin û zarok di 3’ê cotmehê de li grava Lampedusa jiyana xwe ji dest da.

Keetharuth da zanîn ku ger şert û mercên mirovan bê başkirin dê serî li riyên evqas bi xeter nedin.

 Sefînê Erîtreyê yê NY’ê Araya Desta  bertek nîşanê daxuyaniya raportor da û îdia kir ku li welatê wan polîtîkayên  kuştina kesan tune, îşkence û girtin tune û înfazên bê daraz nayê jiyîn.