Êrîşkarê Karataş bi kêrê birîndar kir hat girtin

Êrîşkarê Karataş bi kêrê birîndar kir hat girtin

Êrîşkarê ku endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş bi derbên kêrê bi giranî birîndar kir hate girtin.

Êrîşkarê bi navê E.A. ê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê bi kêrê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş bi giranî birîndar kir, hat girtin. Hate hînbûn ku êrîşkar li mala xizmê xwe  yê li Altindagê hatiye binçavkirin.

Hat ragihandin ku êrîşkar di 1986’an de li Enqereyê hatiye dinê. Ji bo wergirtina îfadeyê, êrîşkar birin Midûriyeta Polîsan.